Li Mûşê operasyona leşkerî

Li Mûşê operasyona leşkerî

Hate zanîn ku, li sêgoşeya Mûş, Amed û Çewlikê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin û 14 wesayîtên leşkerî ku cebilxane barkirîbû çûne herêma operasyonê.

Hate ragihandin ku, li sêgoşeya Mûş, Amed û Çewlikê operasyona leşkerî hatiye destpêkirin. Hate zanîn ku, şeva din 14 wesayîtên ku cebilxane barkirîbû li ser riya Mûş-Pasûr ber bi Çiyayê Kozmeyê ya li Herêma Şenê çûne. Ji aliyê din hate diyarkirin ku, ji Fermandariya Alaya Mûşê helîkopter radibin û leşker dikişîne herêma operasyonê.