Piştî çalakiya gêrîlayên HPG’ê ya li dijî trena bar ya ji Elazixê diçû Mûşê, artêşa Tirk li herêmê operasyon da destpêkirin.
Piştî gêrîlayên HPG’ê duh şev li dijî trena bar ya kumirê ji Elazixê diçû Mûşê çalakiya bombeyî pêkanî, artêşa Tirk li herêmê operasyon da destpêkirin. Hate ragihandin ku ji Fermandariya Alaya Mûşê leşkeran bi wesayîtê sivîl vediguhezin bejahiyên Kurtîk, Delîke, Delav, Axçar, Dêrasor, Kêl, Kupê, Kozme û Zengok yên Mûşê.
Hate hînbûn ku, li herêma operasyonê gelek kes li zozananin.