Li Mûşê li dijî trena bar çalakiya bombeyî

Li Mûşê li dijî trena bar çalakiya bombeyî

Gêrîlayên HPG’ê li dijî trena bar ya ku ji Elazixê diçû Mûşê çalakiyekî bombeyî pêkanîn. Di çalakiyê de 5 vagonên trenê qulipîn.

Li gorî agahiyan li nêzî gundê Zengok dema trena bar derbaz dibû bombeya bi komandoyê hatî duristkirin teqiya. Di teqînê de 5 vagonên kumir lê barkirî qulipîn.

Hate ragihandin ku, ji ber sedema teqînê rêya hesin nayê bikaranîn.