Li Munsterê civîna ‘xwerêveberiyê’: Em li her derê dengên xwe bilind bikin
Di civîna gel a li Munsterê de hat xwestin ku piştgiriya berxwedana xwerêveberiyan bê mezinkirin.
Di civîna gel a li Munsterê de hat xwestin ku piştgiriya berxwedana xwerêveberiyan bê mezinkirin.
Li bajarê Munster ê Elmanya têkîldarî berxwedana xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê û êrîşên qirker ên dewleta Tirk civîna gel hat lidarxistin.
Nêzî sed kesî tevlî civîna duh (14’ê Çileyê) li salona Munster Kînderhaûsê bûn. Li ser navê Navendên Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanya (NAV-DEM) Tahîr Koçer wek axaftvan tevlî civînê bû.
‘DEWLETÊ QEBÛL KIRIBÛ’
Koçer wiha axivî: “Di muzakereyên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re modela xwerêveberiya li Kurdistanê hatibû gotûbêjkirin û ev hatibû qebûlkirin. Lê, piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê encama wek Tayyîp Erdogan xwest derneket, biryara şer girtin û muzakere bi dawî kirin.”
Koçer bal kişand ku dewlet di çarçoveya konsepta şer a topyekun de êrîşên xwe didomîne, lê gel jî bi yekîneyên xwe yên xweparastinê li ber xwe dide.
BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Di civînê de hat destnîşankirin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk divê Kurd li her derê dengên xwe bilind bikin, wiha hat gotin: “Tevahî şoreşger, demokrat, Elewî, Asûrî-Suryanî, Êzidî û her kes divê têkoşînê mezin bike.”