Li Moskowayê desteka ji bo xwerêveberiyê
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û silavkirina berxwedana xwerêveberiyê, saziyên Kurd ên li Moskowayê dixebitin, daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û silavkirina berxwedana xwerêveberiyê, saziyên Kurd ên li Moskowayê dixebitin, daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û silavkirina berxwedana xwerêveberiyê, saziyên Kurd ên li Moskowayê dixebitin, daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.
Kongreya Kurdên Êzidî yên li Rûsyayê, Yekîtiya Saziyên Civaka Kurd a Navneteweyî, Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê, Rêxistina Êzidiyên li Moskowayê, Organîzasyona Parastina Mefen Kurdên li Moskowayê, Organîzasyona Jinên Kurd li Moskowayê-Viyan û Rêxistina Jinên Kurd li Rûsyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê û êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê şermezar kirin û berxwedana xwerêveberiyê silav kirin.
Daxuyanî li ber Mala Çanda Kurd ji aliyê Seroka Rêxistina Jinên Kurd li Rûsyayê Cûlyeta Aram ve hat dayîn. Aram ragihand ku ji bo nelirêtiya AP û Erdogan li Tirkiyeyê dike û hevkariya wan a bi çeteyên DAIŞ'ê re kifş nebe, AKP ewçend bi tundî êrîşî Kurdan dike û got, "Planên hêzên emperyalîst ên ji bo bê Kurd hiştina Kurdistanê, li Kobanê û Şengalê bi kêr nehatin. Niha jî li Bakurê Kurdistanê bi tank û topan hewl didin bajaran hilweşînin, mirovan bi zorê koçber bikin û bajarên Kurdan vala bikin."
Aram diyar kir ku gelê Kurd wê ji niha û pê ve jî serî li ber gefên Erdogan û tîmên taybet ên xwînxwar netewîne û destnîşan kir ku berxwedana gelê Kurd wê bi tîpên zêrîn di dîroka Kurditanê de bê nivîsandin.
Cûlyeta Aram di dewama axaftina xwe de bêdengiya hêzên navneteweyî ya li pêşberî terora dewletê rexne kir û got, "Di serî de DYA û welatên Yekîtiya Ewropa, divê hemû hêzên navneteweyî li dijî vê terora dewletê ya li Kurdistanê tê meşandin, derkevin. Û ji bo bicihhatina mafê xwerêveberiyê yê gelê Kurd, ku mafê herî xwezayî ye, bibin alîkar. Em berxwedana gelê xwe ya li Kurdistanê silav dikin û dibêjin ku em tevlî berxwedana xwerêveberiyê dibin. Êdî gelê Kurd dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe. Ji bo vê jî çi pêwîst be, ew ê wê bike."
Piştî daxuyaniyê girseya gel dirûşmên "Kujer Erdogan", "Şehîd Namirin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Dewleta kujer ji Kurdistanê bicehime" qîriya û belav bû.