FLAŞ

Li Minbicê wesayîta DAIŞ’ê ya bombebarkirî hate îmhakirin

Hewldana êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya ku xwestin bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin, li çerxerêya Sebîr Behratê ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate ferqkirin û ji dûr ve hate îmhakirin.

Pêşveçûna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ber çerxerêya Sebîr Behrat ve ku li bakurê bajêr e, dewam dike. Çeteyan hewl da ku bi wesayîteke bombebarkirî êrîş bikin. Wesayîta bombebarkirî ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate ferqkirin û beriya bigihêje hedefa xwe hate îmhakirin.

Di şerê îro de ku saet 04:00’ê sibehê li navenda Minbicê pêk hat, 18 çete hatibûn kuştin û her wiha wesayîteke çetayan jî hatibû îmhakirin. Dîsa rêjeyek çek û cebilxaneyên çeteyan jî ketibûn destê şervanan.