Li Minbicê 12 çeteyên din hatin kuştin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li nava bajêr her bi pêş ve diçin. Di şerê dijwar ê li nava bajêr de 3 maşîneyên çeteyan ku du ji wan doçka li ser bûn hatin rûxandin rûxandin û 12 çete hatin kuştin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li nava bajêr her bi pêş ve diçin. Di şerê dijwar ê li nava bajêr de 3 maşîneyên çeteyan ku du ji wan doçka li ser bûn hatin rûxandin rûxandin û 12 çete hatin kuştin.
Di çarçoveya operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de, ku ketiya roja xwe ya 38. şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji şevê din û heta danê sibehê, derbên giran li çeteyan dan.
Şervan meclîsê pêşketina xwe ya ji aliyê rojhilatê bajêr ber bi dibistana Eqîl ve, didomînin. Li derdora dibistanê şerekî dijwar qewimî. Di şerê li vir de 3 çete hatin kuştin.
Li eniya bakurê bajêr jî şevê din di navbera şervanên meclîsê û çeteyan de li herêma Sebi Behrat şerekî dijwar qewimî. Şer heta danê sibehê dewam kir. Çeteyan li vir hewl dan ji xaçerêya Sebi Behrat di ser rêya Minbic-Cerablûs re birevin. Lê belê şervanên meclîsê hewldana revê ya çeteyan pûç kirin. Li vir du maşîneyên çeteyan ku doçka li ser bûn, hatin rûxandin û herî kêm 4 çete hatin kuştin.
Li eniyên başûr û rojavayê yên bajêr jî pêşketina şervanan a ber bi navendê bi baldarî didome. Ji ber ku çeteyan miqdarek mezin ji mayînan li kolanan û di malan de bicih kirine. Her wiha sivîlan jî weke mertalên zindî bikar tînin, ku xwe ji şervanan û balafirên şer ên koalîsyonê veşêre.
Li van herdu eniyan jî şervanan 5 çete kuştin, maşîneyeke çeteyan rûxandin û gelek çekên ku çeteyan li taxa Hezawne li peyî xwe hiştibûn, desteser kirin.
Di şerê li vir de, balafirên şer ên koalisyonê jî destek dan şervanan û herêmên ku çete lê ne, bombebaran kirin.
Ji aliyekî din ve jî ekîbên taybet ên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 75 mayînên ku çeteyan bicih kiribûn, rakirin.