Li Mexmûrê gêrîla Zagros û 13 hevalên wî hatin bibîranîn

Li Mexmûrê gêrîla Zagros û 13 hevalên wî hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem gêrîlayê HPG'ê Zagros Garzan (Misleh Kara) û 13 hevalên wî yên di çalakiyên 19’ê Pûşperê de di êrîşa li ser qereqolên Oremar û Sitazinê de jiyana xwe ji dest dabûn bi girseyî hatin bibîranîn.

Gêrîlayê HPG'ê Zagros Garzan û 13 hevalên wî yên di çalakiyên Şitazin û Oramar de jiyana xwe ji dest dan li Saziya Malbatên Şehîdan bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna aştî û demokrasiyê de ji dest dan destpê kir. Di merasîmê de Alîkarê Serokê Meclîsa Demokratîk ya Gel Hecî Kaçan axavî û wiha got: "Ev çalakî bersiva hemû propogandayên dewlet, hikûmet û artêşa Tirk yên kirêt û bêbingehin ku li dijî Tevgera Azadiya Kurdistan dikirin de pêş ket. Gêrîlayan bi çalakiyek mezin bersiv dan dewleta dagirker.”

Kaçan di berdewamiya axafitna xwe de got; “Em saya van şehîdan ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne. Ez careke din sersaxiyê ji malbat, gel û hemû hevalên wan re dixwazim û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînim.”

Piştî Kaçan, Peyama HPG’ê ya ji bo malbata Zagros û gelê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem re şandibû hat xwendin. Navê gêrîlayên di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dane yek bi yek hatin xwendin.Gel bi çepik û dirûşmayên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd Namirin” berz kirin.

‘EW ZAROKEK PENABER BÛ’

Di merasîma bîranînê de hevalê Zagros, Xeyrî Garzan axaftinek kir û got: “Weke gelê Kurd me gelek berdêl dan, gelek zarokên delal bê kefen hatin binaxkirin. Zagros zarokek penaber bû. Ew di salên borî de di nava agirekî de bi destê dayîk û bavê xwe girt û berê xwe da koçberiyê. Wî lîstikên zarokatiyê nelîst. Rastiya azadiyê û berdêla wê çi ye, di zarokatiya xwe de dît û şahidiya wê kir. Û berê xwe da çiyayan. Ew bi çanda PKK’ê mezin bû. Wî pir baş dizanîbû ku heya ku sîstema Îmraliyê neşke û têkneçe ev berdêl wê her bên dayîn.”

‘ZAGROS Û HEVALÊN WÎ PÎVANÊN WELATPARÊZIYÊ NÛJEN KIRIN’

Xeyrî Garzan anî ziman ku, heya Rêberê PKK'ê azad nebe wê dijminên Kurdan mala her Kurdekî di serê wî de xera bike û axaftina xwe wiha domand: “Heval Zagros û 13 gerîllayan pîvanên welatparêziyê jî bi vê çalakiya xwe guhertin. Yanî ji her demê zêdetir têkoşîn û berxwedan. Ji her demê zêdetir xwedî li nirxên xwe derketin û hebûna xwe parastine.” Garzan da zanîn ku bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin û dê her tim bi doza wan ve girêdayî bin.

‘EW BIRAYÊ MIN BÛ; LÊ LEHENGÊ GELÊ XWE YE’

Li ser navê malbata Zagros Garzan, birayê wî Evdilkerîm Kara axaftinek kir û wiha got: “Ji bo me beriya her tiştî şehadeta Zagros rûmete. Em dê heya dawiyê bibin şopdarên Wan lehengên mezin. Ev rastiyeke, azadî bê berdêl nabe. Ew birayê min bû; lê lehengê gelê xwe ye. Dewleta Tirk biçalakiyên Şitazin, Oramar û Robarek hejiya hîn jî bi ser xwe de nehatiye. Ev çalakî nîşan da ku serketin a gelê Kurd e.” Merasîm bidirûşmayên “Bijî Rêber Apo”, “Şehîd namirin” û “ Şehîd jînin, jiyanin û bê mirinin” bi dawî bû. Girsê gel berê xwe da Semta Şehîd Robar konê taziyeyê. Taziye wê sê rojan dewam bike.