Li Mersînê Polîsên Tirk ciwanê bi navê Sedat Baran qetil kir
Li Mersînê polîsên Tirk bi guleyên rast êrîş bir girseya ku piştgiriya xwerêveberiyên li Kurdistanê dikir, ciwanê bi navê Sedat Baran qetil kirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li navçeyên Şevket Sumer, Gundogdû û Yenîpazar a girêdayî Akdeniz a Mersînê bi sedan welatî ji bo piştgirîdayîna xwerêveberiyên li Kurdistanê çalakiyek li dar xistin. Polîsên Tirk êrîşî girseyê kir û ciwanê bi navê Sedat Baran qetil kirin. Ciwanaên li pêşiya avahiya Dibistana Seretayî a Kibrisê kom bûn rastî êrîşa polîsan a bi guleyên rast hatin, di êrîşê de Baran jiyana xwe ji dest da, hat diyarkirin ku 3 kes jî birîndar bûne.
Polîsan dibistan xistine dorpêçê, bi gelek wesayîtên zirxî yên TOMA û Akrep derdora dibistanê girtine û nahêlin kes nêzîkî dibistanê bibin. Li ser vê jî gel li derdora dibistanê kom bû, polîsan bi guleyên rastî êrîşî gel kirin û gel jî li hember êrîşan ketin xweparastinê.
Li taxan êrîşa polîsan û berxwedana gel hê didome.
Li aliyê din cenzeyê Baran rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mersînê, hat diyarkirin ku her 3 ciwanên birîndar jî li heman nexweşxaneyê tên dermankirin. Hat diyarkirin ku beşdariya parêzerê malbatê ya ji bo otopsiya cenazeyê Baran ji aliyê dozger ve hat astengkirin.