Li Mêrsîn, Riha û Bûrsa Newroz: Gel guh nadin qedexeyan

Tevî biryara ‘qedexeyan’ a hikûmeta AKP’ê gel ji bo Newrozê daketin qadan. Li Mêrsîn, Riha û Bûrsayê bi dirûşmên “Her der Newroz, her der Berxwedan” herikîn qada pîrozbahiyê.

Tevî biryara ‘qedexeyan’ a hikûmeta AKP’ê gel ji bo Newrozê daketin qadan. Li Mêrsîn, Riha û Bûrsayê bi dirûşmên “Her der Newroz, her der Berxwedan” herikîn qada pîrozbahiyê.

MÊRSÎN

Li Mêrsînê ji bo Newroza ku wê li Taxa Şevket Sumer a li navçeya Akdenîzê bê pîroz kirin Walîtiya Mêrsînê biryara qedexeyê dabû, li ser vê gel guh neda biryara walîtiyê û ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Pîrozbahiya ku wê li ber avahiya HDP'ê ya Akdenîzê pêk bê, gel bi coş û peroşiyeke mezin bi cil û bergên kesk, sor û zer ber bi qadê ve diherike.

Her wiha ji bo pîrozbahiya Newrozê ewleyî ji aliyê gel ve pêk tê. Peywirdarên ewleyiyê li serê hemû rê û kuçeyan û ser malan bi cih bûne, her wiha welatiyên tên qadê jî ji aliyê peywirdaran ve tên lêgerînkirin.

Piştî lêgerîn û sehîkirinê welatiyên derbasî qadê dibin bi coş û peroşiyeke mezin dest bi berzkirina dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî newroz" û "Bijî berxwedana Sur'e" dikin.

Li qadê bi taybetî cil û bergên jin û zarokan ên rengo rengo balê dikişînin. Jinan diyar kir ku ew ti qedexyan nas nakin û ew wê Newroza xwe pîroz bikin û gelên berxwedêr ên li Kurdistanê silav kirin.

Her diçe girse zexmtir û xurtir dibe, li ser vê xurtbûyînê polîsên li derdora qadê ji mecbûrî vekişiyan Qereqola Polîsan a Sîteyê.

RIHA

Li Rihayê li gel qedexeyê gel ber bi qada Newrozê ve meşiya. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî girseyê kir. Li ser vê Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Osman Baydemîr li hemberî astengiyên pîrozbahiyê bertek nîşandan û got, ji bo gelê kurd ji bilî berxwedanê ti rê nemaye.

Li Rihayê li ser biryara qedexeyê ya walîtiyê, girseya ku li qada Newrozê ya li Taxa Paşabagiyê kom bû rastî êrîşên polîsan hat. Polîsan ji danê sibehê ve bi wesayîtên zirxî qad dorpêçkirin, li gel vê hemwelatî li ber bazara şîreyê ya bi qada Newrozê ve ye kom bûn. Girseya ku her diçû zêde dibû, rastî êrîşên polîsan ên bi bombeyê gazê hatin.

Derbarê van astengiyan de parlementerên HDP'î Selma Irmak, Altan Tan, Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan bi berpirsiyarên muduriyeta polîsan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtin ti encam nedan Baydemîr bertek nîşan dan û got, ji bo gelê kurd ji bilî berxwedanê ti rê nemaye.

Piştî axaftina Baydemîr, hemwelatî derdora qadê valakirin.

BÛRSA

Li Bûrsaya ku Newroz ji aliyê walîtiyê ve hat qedexekirin, gel guh neda qedexe yê. Polîsan beriya pîrozbahiyê qada Newrozê Depoya Êzingan a Arabyatagiyê ya li navçeya Yildirimê dorpêç kirin. Her wiha têketin û derketinên her çar aliyê navçeyê jî ji aliyê polîsan ve hat girtin û hemwelatiyên xwestin biçin qada Newrozê jî rastî sehîkirin û lêgerînê hatin. Lê li gel biryara walîtiyê jî, di nav de Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli, rêvebirên HDP'ê jî têde gelek hemwelatî guh nedan qedexeyê û li ber avahiya HDP'ê ya Yildirimê hatin gel hev û bi berzkirina dirûşmeyên "Her der Newroz, her der berxwedan", "Bijî Serok Apo", û "Bijî Berxwedana Sûrê" ber bi qasa Newrozê ve meşiyan.