Li navçeya Mehserta Mêrdînê di encama qezayê de 3 kesan jiyana xwe jidest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, di demjimêrên serê sibehê de mînîbus û otomobîlek serûser li hev ketin. Di qezayê de Mehmet Tûran (40), Îbrahîm Gunduz (42) û Şêxmûs Gunduz (55) jiyana xwe jidest dan. Zekî Ayan, Zîver Tûran û Fetîh Adal jî birîndar bûn. Birîndar kirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.