Li Mêrdînê daxuyaniya ji bo Newrozê hat astengkirin

Li Mêrdînê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û nûnerên gel esnaf ziyaret kirin û cejna Newrozê pîroz kirin. Li Meydana Cûmhûriyetê jî wê daxuyanî li ser mijarê bihata dayîn, lê polîsên Tirk destûr nedan.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevşardarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Mîthat Sancar, Alî Atalan, Erol Dora, Hevşaredara Artûklû Sevînç Tûnç û rêveberên HDP'ê yên rêxistina Mêrdînê li kolana 1. esnaf ziyaret kirin û Newroz li wan pîroz kirin.

Heyetê piştî ziyareta esnafan xwest li Meydana Cûmhûriyetê li ser pîrozbahiya Newrozê daxuyaniyekê bide çapemeniyê, lê belê bi bahaneya biryara waliyê Tirk, hêzên çekdar ên dewleta Tirk destûr nedan daxuyaniyê.

Li ser vê yekê Yuksekdag û yên pê re çûn Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.

Tê payîn ku di saetên pêş de daxuyanî li vê derê were dayîn.