Hate zanîn ku li ser riya Mêrdîn û Amedê nêzî Gundê Siltan Şêxmûs di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku li Navçeya Pazarcixa Gûrgumê piştî çend saniye ku wesayîta leşkerî derbas bû teqîn pêk hatiye.
Hate ragihandin ku li Navçeya Pazarcixa Gûrgumê nêzî Gundê Yolboyû seat nêzî 16.00'an de dema wesayîta leşkerî derbas dibû bombeya ku li ser riyê hatibû bicihkirin, ji dûr ve hate teqandin. Hate zanîn ku ji ber ku bombe çend saniye piştî wesayît derbas bû teqiya, zerar neda wesayîtê. Piştî teqînê di rê de kortal vebûye û li herêmê operasyon hatiye destpêkirin.
Ji aliyê din hate zanîn ku li nêzî Gundê Siltan Şêxmûs ê girêdayê Navçeya Şemrexê ye dema wesayîta zirxî ya cendirmeyan derbas dibû, teqînek pêk hat. Hate ragihandin ku di encama teqîna ku li ser riya Mêrdîn û Amedê pêk hat de birîndar hene.