Li Meletiyê erd hejiya, bajarên derdorê jî pê hesiyan
Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi mezinahiya 5.6 pileyî vê sibehê erd hejiya. Bajarên li derdorê jî bi erdhejê hesiyan. Li gorî daxuyaniyên destpêkê tiştek bi kesî nehatiye.
Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi mezinahiya 5.6 pileyî vê sibehê erd hejiya. Bajarên li derdorê jî bi erdhejê hesiyan. Li gorî daxuyaniyên destpêkê tiştek bi kesî nehatiye.
Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi pileya 5,6 erdhej çêbû. Serokatiya Karesat û Rewşên Lezgîn (AFAD), ragihand ku erdhej saet di 09.00’ê de bi pileya 5,6 çêbûye. AFAD’ê da zanîn ku erdhej 7,03 km’an di bin erdê de çêbûye.
Ji ber erdhejê di heman demê de bajarên weke Mereş, Semsûr, Xarpêt, Riha û Amedê jî hejiyan.
Waliyê Meletiyê Seddar Yavuz ragihand ku heta niha tu rewşên neyînî rû nedane û xebatên wan didomin.