Li Meletiyê di encama serdegirtina avahiya BDP'a bajêr û malên rêvebirên BDP'ê de 11 kes hatin binçavkirin. Li Êlihê jî welatiyê bi navê Mahsun Yaman bi îdîaya ku propagandaya rêxistinê kiriye hat girtin.
19'ê Hezîranê polîsan bi ser avahiya BDP'a Meletiyê û gelek malên rêvebirên BDP'iyan de girtin. Di encama serdegirtinan de bi îdîaya ku di nava avasaziya KCK'ê de cih girtine Hevserokên BDP'a bajêr Gaffar Bayram û Zehra Goçen, Cîgirê Serokê BDP'a bajêr Zekî Kiliçgedîk, Serokê navçeya navendî Alî Eren, Sekreterê Şaxa Egîtîm Senê Alî Pîro û Rêvebirê ÎHD'ê Hîkmet Kapanci jî di nav de 10 kes hatibûn binçavkirin. Di çarçoveya heman operasyonê de li Îzmîrê welatiyê bi navê K.S. jî hat binçavkirin û anîn Meletiyê. Karûbarên 11 kesan li midûriyeta polîsan berdewam dike.
Tê payîn ku kesên hatine binçavkirin sibê derxînin dozgeriyê. Hat îdîakirin ku K. S. bi hinceta ku dema ku cenazeyên gêrîlayên HPG'ê tînin Meletiyê alîkarî bi malbatên wan dike hatiye binçavkirin.
LI ÊLIHÊ JÎ WELATIYEK HAT GIRTIN
Li navçeya Hezoya êlihê jî Mahsun Yaman (20) yê 2 roj berê ji aliyê polîsan ve bi bavê xwe Ahmet Yaman re hatibû binçavkirin anîn edliyeya Hezoyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê Ahmet Yaman serbest hat berdan lê Mahsun Yaman jî ji aliyê Dadgeha Cezaya Sulhê ya Hezaroyê ve bi îdîaya ku propagandaya rêxistinê kiriye hat girtin û ew rêkirin girtîgeha Tîpa M'ya Êlihê.