Li Marsîlyayê azadiya fizîkî ya Ocalan hate xwestin

Li Marsîlyayê ji bo azadiya Ocalan a fizîkî stant hatin vekirin û belavok hatin belavkirin.

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê bi armanca azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla Meclîsa Jinan a Arîn Mîrkan ve stant hate vekirin.

Di çalakiyê de pirtûkên Ocalan, belavok û broşur hatin belavkirin û her wiha sînevîzyonek têkildarî jiyana Ocalan hate nîşandan.

Li stantê pankarta bi nivîsa 'ji îzolasyonê re êdî bes e, ji Ocalan re azadî' hate vekirin û li dijî tecrîdê û komkujiyan nerazîbûn hatin nîşandan.

Di çarçoveya kampanyayê de, 11'ê Tîrmehê roja Duşemê wê li Marsîlyayê meşek were kirin û dosyayek ji bo Komîsyona Ewropayê were dayîn.

...