Li Mannheîmê kesên ku di qetlîaman de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn

Li bajarê Mannheîm ê Elmanya, panelek bi mijara qetlîamên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê hate lidarxistin.

Li bajarê Mannheîm ê Elmanya, panelek bi mijara qetlîamên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê hate lidarxistin.
Panela ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Mannheîm, Navenda Civaka Kurd a Ludwigshafen û hevbirên Yekîtiya Hêzên Demokratîk hat organîzekirin, bi rêzgirtinê destpê kir.

Di panela ku qetlîamên Mereş, Roboskî û 19’ê Kanûnê dike mijar de, axaftina yekemîn Nûnerê NAV-DEM’ê kir. Nûner qetlîam şermezar kirin.

Nûnerê AABF Tûrgay Çelîk û Nûnerê AGÎF’ê Erem Hoca qetlîam nirxandin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku divê wek çawa li Kobanê çêbû bi heman şêwazî li berxwedanên Bakurê Kurdistanê jî bê xwedîderketin, pêwîstiya li dijî dîktatortiya AKP’ê mezinkirina berxwedanê hat ziman.