Li Lorîentê standa agahdarkirinê
Ji bo agahdarkirina raya giştî ya Fransa der heqê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û bi armanca azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Lorîent ê Fransa standek hat vekirin.

Jinên Kurdistanî yên li bajarê Lorîentê, standa agahdarkirinê ya Însiyatîfa Jinên Zîn ên Lorîentê organîze dikin ziyaret kirin. Wêne û dowîzên balê dikşîne ser qetlîamên DAIŞ û AKP’ê yên li ser Kurdistanê li standê hatin daliqandin. Têkîldarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û terora DAIŞ-AKP’ê yên li ser Kurdistanê belavokên bi Fransî hatin belavkirin, ziyaretvan hatin agahdarkirin. Her wiha ji bo ziyaretvanan broşurên Ocalan dide nasîn, her wiha têkîldarî pergala xweseriya demokratîk agahî hatin dayîn.
Jinên Kurdistanî stand di saet 13.00’an de li pêşiya magazaya Fnac a li navenda bajarê Lorîent vekriin, heta danê êvarî ziyaretvan agahdar kirin. Jinan destnîşankirin ku wek Însiyatîfa Jinên Zîn ên Lorîent ji hefteya pêşiya me ve wê li tevahî bajarê Lorîent û bajarên derdor têkîldarî nehêstiyarbûna raya giştî ya Fransî ya li hember qetlîamên Kurdistanê bi saziyên fermî re hevdîtinan pêk bînin, her wiha wê dosyayan pêşkêş bikin.