Li Licê 4 leşker hatin kuştin, li Qilabanê Skorsky derbe xwar

Li Licê 4 leşker hatin kuştin, li Qilabanê Skorsky derbe xwar

Navenda Çapemenî- Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya weşand de ragihand ku gerîlayan di 1’ê tebaxê de li naveçya Qilaban a Şirnexê derbe li helîkopterek Skorsky ya ku dixwes sînor derbas bike xistine û diyar kir ku di çalakiya li navçeya Licê ya Amedê de 4 leşker hatin kuştin.

Di daxuyaniya Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê de der barê çalakiyên gerîlayan ên navçeya Qilaban a Şirnexê û navçeya Licê ya Amedê de agahiyên berireha hatin dayîn.

Di daxuyaniyê de der barê çalakiya gerîlayan a li hemberî helîkoptera Skorsky de ev agahî hatin dayîn; “Di 1'ê Tebaxê de di saet 18.30'an de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî helîkopotereke skorkya xwestiye ji Girê Çetan sînor derbas bike û ber bi Deriyê Dawetiya ve biçe, ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de helîkoptera derbe xwariye naçar maye paş de vekişe. Piştî çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma Deriyê Dawetiya bi hewan û obusan hatiye bombekirin.”

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku di çalakiya gerîlayan a ku di 1’ê tebaxê de li Licê de ne 2 leşker, 4 leşker hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; “Di 31'ê Tîrmehê de li Amedê li dijî navçeya Qarazê û Gundê Fîsê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi tevlêbûna heronan û wesayitên zirxî operasyonek hatiye lidarxistin. Di 1'ê Tebaxê de di saet 08.00'an de di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a tirk ên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de panzerek derbe xwariye 4 leşkerên dijmin jî hatiye kuştin. Piştî pevçûnê ji aliyê artêşa dagirker a tirk li dijî herêma pevçûnê bi tank, helîkopterên kobrayan , hewan û obusan hatiye bombekirin. Herweha operasyona li herêmê di saet 11.00'an de paş de vekişiyaye.”