Fîşekên hewayî yên li hemû bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê di dawet, avakirina partî, rêxistin û rojên taybet de tên karanîn, tenê li navçeya Farqîna Amedê qedexe ne.
Li Farqînê di dawetan de karanîna fîşekên hewayî ji aliyê rayedarên dewleta Tirk ve hatine qedexekirin. Ev fîşekên hewayî li her aliyê welêt di rojên taybet û şahiyan de tên karanîn, lê tenê li Farqînê qedexe ne. Li bajar û navçeyên din di bin kontrola pisporan de tên karanîn. Lê bi salane li Farqînê nayên karanîn.