Li Kibrisi li dijî êrîşên AKP’ê greva birçîbûnê

Li dijî êrîşên qirker ên AKP’ê, li Kibrisê greva birçîbûnê hat destpêkirin.

Li Kibrisi ji bo balkişandina ser êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û berxwedana gel greva birçîbûnê hat destpêkirin. Greva birçîbûnê wê dorveger 8 rojan bidome.

Çalakvanan têkîldarî qetlîaman belavok belav kirin, li hember bêdengbûna Ewropayê bertek nîşan dan. Di belavokan da hat diyarkirin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wek daraza Tirk tevdigere, banga berpirsiyariyên xwe bicihanîne li Ewropayê hat kirin.