BI DÎMEN

Li Kerkûkê panela ‘Di qrîzê de rola ciwanan’ hat lidarxistin

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Welatparêz panela ‘Di qrîza li Başûrê Kurdistanê de rola ciwanan’ li dar xistin.

Li bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê, Tevgera Ciwanên Welatparêz panela ‘Di qrîza li Başûrê Kurdistanê de rola ciwanan’ li dar xistin.

Panelê, li salona konferansê ya pirtûkxaneya giştî ya Kerkûkê seat 14:00’an de bi beşdariya endamên tevgera ciwanan û gelek ciwanan destpê kir. Aram Germiyanî di panelê de axivî û bal kişand ser rola ciwanan a di qrîza ku li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn de. Germiyanî diyar kir ku qrîza ku niha li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn ne aborî ye û wiha got: “Qrîza ku li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn, qrîza ne parvekirina desthilatdariyê ye.”

 ‘BI BÊDENGIYÊ TI PIRSGIRÊK NAYÊN ÇARESERKIRIN’

Aram Germiyanî diyar kir ku bawerî û vîna civaka Başûrê Kurdistanê hatiye şkandin ji ber wê jî ti hewldanê wê tineye. Germiyanî wiha anî ziman: “Civaka Başûrê Kurdistanê ji ber hejarî, piştî qrîza derketî ti hewldanê wê çênabe. Dibêjin ku desthilatdar biçin jî yên nû jî bê wê heman tiştî bikin. Ev şaş e. Daxwaza desthilatdaran jî jixwe avakirina civakek bê hewldan û bê çare ye. Eger li Başûrê Kurdistanê hewldanekî cidî hebûya, îro yê ku dizî dikir, yên ku şerê desthilatdariyê dikirin wê bihatiba cezakirin. Li mala xwe bêdeng rûniştine, ti pirsgirêkan çareser nakin û nemînin li bendê ku çareser bikin. Bi bêdengiyê ti pirsgirêk çareser nabin.”

Germiyanî bal kişand ku ji Başûrê Kurdistanê gelek ciwan berê xwe didin welatên Ewropa û her roj bi hezaran kes li ser rêya koçberiyê di zeryaya Egeyê de dixeniqin û jiyana xwe ji dest didin.

Aram Germiyan bal kişand ser rola jinan a di siyasetê de û wiha anî ziman: “Li Başûrê Kurdistanê rola jinê di siyasetê de cih negirtiye. Ji ber ku siyaset bi hişmendiya mêr ve bi rê ve diçe, di hundirê xwe de kaosê dijî. Li cihê ku jin û civak bi hev re ne azad be, li wir kolebûn heye. Ji vê zêdetir ti navê xwe nîne. Ji ber vê, ji bo ku jin li Başûrê Kurdistanê hê zêdetir di siyasetê de rolê bilîze, divê ciwan têkoşînê bikin.”

...