Di encama êrîşa bombeyî ya li dijî karwana dadger Ezîz Îbrahîm pêk hat de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û tevî Îbrahîm 7 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, li dijî karwana Serokê Dadgehên Kerkukê dadger Ezîz Îbrharîm êrîşeke bombeyî pêk hat û di encamê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, tevî Îbrahîm, 3 jê bi giranî bi giştî 7 kes birîndar bûn.
Ji ber teqînê, gelek kargeh, xanî û otelan ziyan girtin û camên wan şkestin.
Hêjayê gotinê ye ku piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Nûrî el Malikî ya li Kerkukê, êrîşên li Kerkukê û bi taybet li hemberî Kurdan zêde bûn. Di 13’ê hezîranê de li dijî buroya PDK’ê êrîşek pêk hat di encamê de kesek jiyana xwe ji dest da û 26 kes jî birîndar bibûn.