Li Kerboranê ji bo ji nû ve avakirinê zend û bend hatin badan

Welatiyên Kerboranê ku 19 rojan li dijî terora dewletê li ber xwe dan niha jî li dijî zirarên ku hêzên dewletê dane ji bo ji nû ve avakirinê zend û bend badan.

Welatiyên Kerboranê ku 19 rojan li dijî terora dewletê li ber xwe dan niha jî li dijî zirarên ku hêzên dewletê dane ji bo ji nû ve avakirinê zend û bend badan.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hêzên dewletê 19 rojan li dijî gel terorek meşandin û gel bi berxwedaneke bêhempa bersiv da û dorpêç şikand. Welatiyên Kerboranê ku xwedî li vîna xwe derketin niha jî ji bo ku zirara hêzên dewletê dane ji holê rakin ketin nava hewldanan û zend û bend badan. Li navçeyê hêzên dewletê gelek zirar dane malan, xera kirine û depoyên avê hatin hedef girtin niha Şaredariya Kerboranê û Şeraderiya Bajarê Mezin ê Mêrdînê bi hev re hewl didin texrîbatan ji holê rakin. 

Bi rakirina qedexeyê ve Midûriyeta Giştî ya MARSU ya Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê hate navçeyê û zirar tespît kirin û bi Şaredariya Kerbaronê ve bi awayeke hevpar xebat da destpêkirin. Di çarçoveya xebatan de Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê alîkariya zaxîre da gel, ekîbên girêdayî Midûriyeta MARSU jî li taxa Safayê ji bo çêkirina kanalîzasyonan xebat dan destpêkirin. Midûriyeta Giştî ya MARSU av da welatiyên ku depoyên wan ên avê zirar dîtine.

Li aliyê din Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, MARSU, Şaredariya Kerboranê di daxuyaniya ku dan de diyar kirin ku ji ber berfa dibare xebat hin kêm mane lê ew ê ji bo zirarên hatine dayîn ji holê rakin xebatên xwe bidomînin.