Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, bi berxwedana gel a li dijî êrîşên dijwar ên dewlet Tirk, "qedexeya derketina derve" di roja 19. de hat rakirin. Tevî ku qedexe hat şikandin jî, navçe hînê dorpêçkirî ye. Di serî de li derdora taxa Safa, li gelek kolanan maşînên zirxî hatine bicihkirin.
Piştî ku qedexe hat rakirin, zerara ku hêzên dewletê dane Taxa Safa bêhtir xuya bû. Gelek malên li pêşiya taxê, ji ber bomberdûmana dewletê xera bûn, dîwarên gelek ji wan ji ber êrîşa bi çekên giran qul bûn. Li navçeyê bi dehan mal hilweşiyan, gelek jê veguherîn xirbe. Bi sedan heywanên li taxê jî ji ber êrîşa bi çekên giran a hêzên dewletê, telef bûn.
Mizgefta Mûcûr Safa ya li taxa Safayê, ku hemû camên wê şikestî ne, yek ji avahiyên ku herî zêde zerar dîtiye. Gel nerazîbûn nîşanî dewletê da û got, "Hedefa wan a destpêkê, dîsa mizgeft bû. Bi vî rengî, bi xwînxwarî êrîşî mala Xwedê kirin. Cihê vê di ol de nîne."
Li navçeya ku gelek wesayît jî hatine şewitandin, xebatên ji nû ve avakirinê destpê kir. bi rêxistinbûyîna komunal re welatî ehwl didin dîwarên hatine hilweşandin lê bikin û şibakeyên xwe çêbikin.
Li Kerboranê ku bi berxwedana 19 rojan a li dijî êrîşên dewletê navê xwe li dîrokê nivîsand, cenaze wê di nava rojê de bi merasîmekê werin veşartin.