Li Kerboranê bi hezaran kes meşiya

Li Kerboranê bi hezaran kes tevî qedexe û êrîşan jî ber bi Taxa Safayê ve meşiya. Wê sibe li navçeyê bi tevlîbûna gundan ve meş were lidarxistin.

Li Kerboranê bi hezaran kes tevî qedexe û êrîşan jî ber bi Taxa Safayê ve meşiya. Wê  sibe li  navçeyê bi tevlîbûna gundan ve meş were lidarxistin. 
Li navçeya Kerboran a Mêrdînê, li taxa Safayê berxwedana gel mezin dibe. Ji bo piştgiriya berxwedanê, tevî qedexeyê jî bi hezaran kes daketin kolanan û ber bi Taxa Safayê ve meşiyan. Dewleta Tirk rêya gel girt û bi bombeyên gazê û ava şid êrîş kir. Gel, bi dirûşmeya "Bijî Berxwedana Kerboranê" li ber xwe da. 

Sibe jî, ji bo piştgiriya berxwedanê wê ji gundên derdora Kerboranê, gel bimeşe navçeyê.