Li Innsbrûckê çalakiya kon a 3 rojan

Li bajarê Innsbrûckê ya Avûstûralya, Kurdistaniyan bi armanca xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derbikevin çalakiya kon a 3 rojan da destpê kir.

Li bajarê Innsbrûckê ya Avûstûralya, Kurdistaniyan bi armanca xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derbikevin çalakiya kon a 3 rojan da destpê kir 

Çalakî ji aliyê Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Tîrol ve hat organîzekiri, îro saet 10:00 de destpêkir.
Li konê hatî vedan, Kurdistaniyan wêneyên terora dewletê ya li ser Kurdistanê daliqandin û belavok jî tên belavkirin.

Roja dawî jî wê meşek meşaleyî bê lidar xistin.

Endamê Yekîtiya Hêz a Demokratîk a Tîrol û berdevkê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk Kazim Agirî axifîn, berxwedana ciwanan a li pişt bendan silavkirin û bang kir hemû Kurdên Ewropa jiyan dikin, rabin çalakiyan û piştgirya berxwedanê bikin.

...