Li Îdirê 2 girtin, li Rihayê 1 binçavkirin
Li Îdirê ji 4 kesên di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin. Rêveberê HDP'ê yê Rihayê Hamdullah Dogan jî li kolanê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

ÎDIR
Li Îdirê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 4 kes binçavkirin. Ji 4 kesên hatin binçavkirin jê 2 kes hatin girtin. Cevdet Malgaz, Alî Turgut, Abdullah Ateş û Mehmet Çelik piştî îfadeyên midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozgeriyê jî Cevdet Malgaz û Ali Turgut serbest berdan û Abdullah Ateş û Mehmet Çelik jî bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî piştî li îfadeyê Abdullah Ateş û Mehmet Çelik guhdar kir, der barê wan de biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Îdirê.
RIHA
Rêveberê HDP'ê yê Rihayê Hamdullah Dogan, li qada Ataturkê ya Rihayê dema li kolanê dimeşiya, ji aliyê polîsan ve hat rawestandin û binçavkirin. Nehat zanîn ku polîsan çima Dogan binçavkiriye. Hat zanîn ku Dogan birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.
Şevê din jî polîsan xwendekarê lîseyê Î.A. binçav kiribûn.