Li Hezexê YPS hat îlankirin

Yek ji navçeyên ku xwerêveberî lê hatiye îlankirin Hezex e. Li Hezexê, li dijî êrîşên hêzên dewletê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) hat îlankirin.

Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) li navçeya Şirnex Hezexê bi merasîmekê hat îlankirin. Di merasîma ku gelek endamên YPS'ê lê amade bûn de daxuyanî hat dayîn û hat gotin, "Dewleta Tirk a dagirker bi salane li gelek bajarên Kurdistanê bi qirkirinên fîzîkî û çandî re dixwaze gelê Kurdistanê tine bike. Hikûmeta AKP'ê ya faşîst, nexşerê û hewldaên aştiyê yên Rêber Apo îstîsmar kir û li dijî daxwazên herî rewa yên gelê Kurd bi helwesteke faşîzan êrîş kir."

Di daxuyaniya YPS-Hezexê de hat ragihandin ku sîstema rêveberiyê ya heyî bersivê nade daxwazên gelê Kurd, lewma xwerêveberî hatiye îlankirin û hat gotin, "Dewleta Tirk a ku bi helwesteke faşîzan êrîşî îlana xwerêveberiyan kir, bi polîtîkayên xwe yên tinekirin, înkar û asîmîlasyonê re bi salane bi hezaran mirovên bêguneh qetil kir. Li dijî kuştinên kiryar nediyar ên hewl tê dayîn ji nû ve bên kirin, li dijî girtin û îşkenceyê, xweparastin mafê herî bingehîn ê însanî ye."

YPS-Hezexê bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku xwedî li vê berxwedana xwerêveberiyê derkeve û got, "Li hemberî êrîşên dewleta faşîst a hurmetê nîşanî bedenên me yên mirî jî nade, em îlan dikin ku di bin sîwanê YPS-Botanê de em xwe weke YPS-Hezexê bi rêxistin dikin. Em ê bi ruhekî fedaî, gelê xwe li dijî dewleta dagirker bparêzin. Heta ku hêzên faşîst ên mêtînger li Kurdistanê hebin, em ê jî têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê dikin ku tevlî refên YPS'ê bibin."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşmên "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî berxwedana YPJ" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.