Li Hezexê şer giran e

Li Hezexê, hêzên dewleta Tirk ji duh bi şev û vir ve bê navber topan li taxa Tûrgût Ozal dibarînin.

Li navçeya Şirnex Hezexê terora dewleta Tirk û berxwedana gel a li hemberî vê terroê di roja 13. de ye. Êrîşên îro bi giranî li taxa Tûrgût Ozal tê kirin. Ji duh bi şev û vir ve bi dehan top li taxê hatin barandin û gelek xanî xerabûn, şewitîn. Li navçeyê êrîş û şerekî dijwar ê ku heta niha nehatiye dîtin, rû dide.

Car carna dengê teqînan ji taxê tê. Li ser encamên van teqîn û şer de heta niha agahiyeke zelal bi dest neketiye.