Li Hewlêrê çi diqewime?

Li Hewlêrê çi diqewime?

Wisa dixuyê ku hikûmeta Tirk li Hewlêrê encama ku dixwaze bi dest nexistiye. Hat îdîakirin ku dê Davûtoglû bi Desteya Bilind a Kurdan re hevdîtinek pêk bîne. Desteyê ev agahî piştrast nekir. Kurd hêza xwe ya li Sûriyeyê û derve xurt dikin, lê veqetînên ji muxalefeta Sûriyeyê her ku diçe mezintir dibin. Li Misirê bi îdîaya avakirina hikûmeteke demkî Konseya Şoreşa Sûriyeyê hat avakirin.

Kurdan ji 19’ê hezîranê ve gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê bi dest xistin û yekitiya xwe xurt kirin. Kurd niha bûne yek ji hêzên herî xurt ên Sûriyeyê. Kurd li Sûriyeyê daxwaza xweseriyê dikin, lê hin alî hene ku destkeftiyên Kurdan weke xeterî dibînin û jê nerehet in. Ya ku pêşengiya vê yekê jî dike hikûmeta Tirk. AKP’ê gef li Kurdan xwar ku ew mudaxele bike û rêxistina Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê weke “pêkhateya” terorîst bi nav kir.

Lê kes piştgiriya vê helwesta li dijî Kurdan a hikûmeta AKP’ê nake. Wezîrê Derve yÊ Tirk ji bo xirabkirina yekitiya Kurdan û pêşîgirtina li destkeftiyên Kurda, roja 1’ê tebaxê çû Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtinek pêk anî. Gelek rayedarên Başûrê Kurdistanê beşdarî hevdîtinê bûn, di nava vana de Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Berhem Salih jî hebûn.

HEWLÊR PEYAM DA ENQEREYÊ, AN ENQERE PEYAM DA?

Balkêş bû ku gelek rayedarên PDK û YNK’ê beşdarî hevdîtina bi Davûtoglû re pêk hat bûn. Dîsa ji belavoka piştî hevdîtinê hat weşandin dixuyê ku Tirkiyeyê tişta dixwest wernegirtiye. Gelo weke çapemeniya Tirk dibêje Enqereyê peyam da Hewlêrê, an jî Hewlêrê peyam da Enqereyê?

Di belavokê de tê diyarkirin ku encex gelê Sûriyeyê dikare dahatûya Sûriyeyê diyar bike û wiha tê gotin; Li ser alîkarî û piştgiriya hewlên wan ji bo gelê Suriye ji bo pêkanîna daxwazên rewayên Suriyeya demokratî, azad û firehî, ku hemû welatî li maf û azadiyan da wekhev bibin û li Suriyeya nû da pêwîste nasnameya hemû nîjadan, ol yan jî eşîran rêz lê bigirê û divê mafên wan bê dabînkirin û bên parastin”.

Di belavokê de wiha hat gotin; Her wiha girîngiyeke mezin ji bo aramî û pevçûnên li Suriye hat nîşandan û bal hat kişandin ku her hewlek ji bo valahiya desthilat ji aliyê her kom û rêxistineke tundutîjiyê ve bi êrîşa hevbeş tê dana û pêwîste bi hevbeşî bê çareserkirin.”

LI HEWLÊRÊ TRAFÎKA HEVDÎTINAN

Di belavoka hevpar de qet nave PKK an jî PYD’ê derbas nabe. Lê li gorî agahiyan, li Hewlêrê muxalîfên Sûriyeyî, Kurd û Enqere di nava têkiliyan de ne. Tê diyarkirin ku Serokê Encumena Nîştîmanî ya Sûriyeyê Ebdulbasit Seyda li Hewlêrê ye, lê ev yek heta niha nehatiye piştrastkirin. Li gorî tê îdîakirin ku Seyda xwestiye bi Desteya Bilind a Kurdan re hevdîtinek pêk bîne. Lê nayê znaîn hevdîtineke wiha çêbûye an na. Lê rêyên Qamişlo, ENS û Enqereyê li Hewlêrê gihiştine hev.

ÎDÎAYA DAVÛTOGLÛ DÊ BI DESTEYA BILIND A KURDAN RE HEVDÎTIN PÊK BÎNE

Li gorî nûçeya AkNewsê dê bi beşdariya nunerên Desteya Bilind a Kurdan û ENS’ê, amadebûna Barzanî û Davûtoglû civînek li Hewlêrê bê lidarxistin. Di civînê de dê “Sûriye Kurd ji bo beşdarbûna pêvajoya siyasî ya piştî Esad peymanek” bê îmzekirin.

DESTEYA BILIND A KURDAN: HAYA ME JÊ NÎNE, BER RAST BE EM Ê KEYFXWEŞ BIBIN

Hevserokê PYD’ê û endamê Desteya Bilind a Kurdan (DBK) Salih Mislim îdîaya hevdîtina ku dê bi Davûtoglû re pêk bê, piştrast nekir. Muslim ji ANF’ê re axivî û got; “Me tiştek wiha nebihîstiye, kesê tiştek ji me re negotiye. Ger tiştek wiha hebe em ê keyfxweş bibin.

Muslim, der barê hevdîtina Barzanî û Davûtoglû de şîroveyek nekir û got; “Bi rastî jî em nizanin çi hatiye axaftin” û got ku heta niha der barê naveroka hevdîtinê de tu agahî nehatine dayîn.

GELO SEYDA NE LI HEWLÊRÊ YE?

Muslim destnîşan kir ku di navbera Desteya Bilind û ENS’ê de tu hevdîtin pêk nehatine û got ku Seyda jixwe ne li Hewlêrê ye. Muslim got; “Seyda nehatiye Hewlêrê. Çapemenî dibêje li vir, li ew ne li vir e.”