Belgeyek ku “veşarî” ku tê îdîakirin a konsolosa Tirk a Hewlêrê ya girêdayî Wezareta Derve ya Tirk e, li Başûrê Kurdistanê bû sedema nîqaş û gotûbêjan. Di belgeyê de polîtîkayên dewleta Tirk ên li Sûriyeyê û konseptên ku amade kirine, cih digirin. Navenda van konseptan jî Hewler e, hedef jî Rojavayê Kurdistanê. Ev belge heta niha nehatiye piştrastkirin ka rast e an na, lê heta niha ne rayedarên Kurd û ne jî yên Tirk tu daxuyaniyek nedane.
Belgeya li ser navê ‘Midûriyetên GÎGY Û AÎGY ku girêdayê AGÎM as serokatiya Wezareta Derveya ya T.C (komar tirk), Têkildarî Saziyê Ji Destan veşariye’ bi koda ‘ÎHALA-8214TKL-TAR’ ji seferetxaneya Hewlêrê re hatiye nivîsin.
Dîsa belgeya ku bi sernavê mijara ‘Girê pêşveçûnên herêmî yên nû, di mijara amadekariya konsepta nû ya polîtÎkayên derve, hundir û ewlehiyê pêngavên ku bên avêtin’ çawa hatiye bidestxistin û çavkaniya wê nayê zanîn, çapemeniya Başûrê Kurdistanê tevlihev kir.
Di binê belgeyê de mohra “TC” heye. Her wiha rastiya belgeyê nehat piştrastkirin. Lê ne rayedarên Kurd û ne jî yên Tirk daxuyaniyek der barê rastî û nerastiya wê de nedane. Dema mirov li îfadeyên belgeya çar rupelî dinêrin, Herêma Federal a Kurdistanê di polîtîkayên der barê Suriyeyê yên Tirkiyeyê de peywireke mezin digire.
HEWLÊRÊ JI BO DEZENFORMASYON Û ÎSTÎXBARATÊ GELEK TIŞT HÊSAN KIR
Her çiqas rastiya belgeyê bi guman be jî, hin weşanên Herêma Kurdistanê, li bakur li dijî PKK, li rojavahiyê kurdistanê PYD û rojhilatê Kurdistanê jî PJAK’ê re di heman konseptê de ye. Pirtrastkirina rasiya belgeyê li aliyekê, naveroka wê bi polîtîkayên Tikriyeyê yên der barê Suriyeyê de dişibin hev. Her wiha, di belgeyê de di xebatên dezenformasyon, propganda û îstîxbaratê bi taybetî roleke girîng didin PDK’ê. Ji ber vê yekê jî dibe ku ji bo PDK’ê têk bibe avêtine holê.
Di belgeyê de ev îfade cih digirin: “Li Iraqê piştî guhertina rejîmê heta niha bi taybetî ji bo xebatên me yên bakurê welat (başûrê Kurdistanê), agahîgirtin, afirnadina dezenformasyonê, di mijarên siyasî yên raste rast bi civakên herêmê re girêdayî ne û di qadên aborî de gelek tişt hêsan kiriye. Bi hêzên herêmî re di encama muzakereyan de li hemberî terorê faliyên me di salên dawî de encam girtiye.”
JI BO MUXALEFETA SUNNÎ EREB PIŞTIRIYA LEŞKERÎ Û SIYASÎ
Tirkiye li hemberî bûyerên di adara 2011’an de li Suriyeyê qewimîn de polîtîkayek da meşandin û bingehê vê polîtîkayê jî ew bû ku yekitî û yekpariya axa Suriyeyê bê parastin. her wiha di belgeyê de jî tê dîtin ku piştgiriya leşkerî û siyasî dane sunniyên Ereb. Di rojên dawî de di çapemeniya rojava de agahiyên ku alîkariya çekan a ji bo muxalîfan ji Tirkiyeyê diçe û perwerdehî jî li Tirkiyeyê tên dayîn cih girtin.”
Di belgeyê de wiha tê gotin: “Civaka Ereb bi taybetî jî di aliyê sunnî de li hemberî rejîmê hêrsek mezin û ruhê şer heye. Divê ev alî bên handan (teşwîqkirin). Ji bo van beşan alîyê siyasî, dîpolomatîk de piştgirî bi awayek aşkere û di alîyê leşkerî û aborî de jî bi awayekî normal dê bê dayîn.”
LI DIJÎ PKK TEVGERA PSÎKOLOJÎK
Di belgeyê de li ser rola kurdan a di pêşveçûnên Suriyeyê de tên sekinandin û wiha tê gotin: “Li herêmên Şam û Helebê , Rojavayê Kurdistanê di encama lêkolînên hatin kirin de hate dîtin ku beşeke mezin a kurdan alîgirê PKK’ê ne û beşek jî bi tu awayî bi qasî ku bi tu awayî ji rêxistinê qut nabin xwedî hesasiyetên netewî ne.” Di belgeyê de ev tespît tê kirin.
Ligel vê di belgeyê de tê îtîrafkirin kul i hermên Kurdan bandora wan gelek qelse û ji ber vê sedemê jî; pêşveçûnê asayî yên girîng û lezgîniya wan li ber çavan tên girtin û tiştên pêwist tên rêzkirin.
Di belgeyê de balê dikişînin ser bandora PKK’ê ya l ser kurdên Suriyeyê û di xala yekemîn ya belgeyê de behsa tevgera psîkolojîk ya dij tê kirin: “Di nava gel de PKK rejîmê diparêze, bi wê re li hev kiriye, mafên gelê kurd ji bo ewlehiya rejîmê tên qûrbankirin.”
BANDORKIRINA KURDÊN SURIYEYÊ Û ROLA PDK’Ê
Bi vê armancê ji hikûmeta Kurd; Bi daxwaza hêzên rojava jî, li ser kurdên Suriyeyê bandor hiştin’ tê xwestin. Di belgeyê de der barê de îfadeya ‘Di vê mijarê de wekî partî PDK û hikûmeta herêmê bi berpirsyar in” cih digire. Her wiha der barê vê de wiha tê gotin: “Li Suriyeyê ger şexsiyetên kured bibin lîder, ji bo wan mîsyon bê avakirin, ji bo wan rê nîşandan, bi hêzên Bakurê Iraqê (başûrê Kurdistan) re anîna cem hev û di ava wan de yekîne avakirin, yekitî avakirin ji bo berjweendiyên dewletê ne.”
Disa di xala duyemîn de ji bo PDK’ê roj tê dayîn: “(…) Divê qad û bndora kurdên Suriyeyê teng bike, heta tasfiye bike,ji bo ku xeta siyasetê ya PDK’ê bibe serdest han bide (teşwîq bike), piştgiriyê bide, ji bo ku partiyên nêzî YNK bi PYD’ê re neyên cem hev û pêşî li wanbigire teşwîq bike û mudaxîl bibe.
MÎT’Ê BI KÎJAN KURDÊN SÛRIYEYÎ RE HEVDÎTIN PÊK ANÎ?
Ji belgeyan dixuyê ji bo Kurd li hemberî rejîma Esad bi mijadperestên Ereb ên Sunî re bibin yek û beşdarî têkoşîna çekdarî bibin, rêxistina sîxûrî ya Tirk (MÎT) gelek hewl dide. Di vê belgeyê de tê gotin ku rêxistina sîxûrî ya Tirk bi “Welatiyê bi eslê xwe Kurd ê ji Sûriyeyê Sehledîn Bedredîn” re hevdîtin pêk aniye û “di hevdtîinê de hatiye xwestin ku Kurd bi muxalîfên çekdar ên Ereb re bibin yek.”
PLANA KOÇBERKIRINÊ
Digel vê jî, tê xwestin ku Tirkiye weke dostê Kurdên Sûriyeyê bê nîşandan û PKK jî weke ku ziyanê dide Kurdan bê nîşandan. Di madeya çaremîn a bi şiqa “c” wiha tê gotin; “Ger şerek li herêmê çêbibe, divê berê Kurdên Sûriyeyê bidin Tirkiyeyê û beşek ji wan jî bişîne Bakûrê Iraqê û bi taybet jî herêmên di bin kontrola PDK’ê de.”
Balkêş bû ku di van rojên dawiyê de hat diyarkirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo penaberên ji Rojavayê Kurdistanê tên 2 milyon dolar pere veqetandiye. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, dixwazin Kurdên hejar ên Rojavayê Kurdistanê bikişînin Başûrê Kurdistanê. Lê li gorî agahiyên ji penaberên li Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin, ew di nava hejariyê de dijîn.
LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ ŞÎRKETÊN TIRK ÊN NÊZÎ MÎT’Ê
Ji bo ciwanên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê koçberê Başûr dibin, propagandayek ya çekdarkirinê û “avakirina artêşek ji bo Kurdan” tê kirin. Balkêş e ku ev xebat bi rêya şîrketên Tirk ên nêzî MÎT’ê re tê kirin. Di belgeyê de wiha tê gotin; “Ciwanên ji wir tên, ji bo careke din venegerin, divê di şîrketên me yên ÎYÎ YAPI-UYK û KURAN-CML- de bêne bicihkirin û kar bidin wana, alîkarî bidin wan ciwanan. Divê bi awayên din alîkarî bidin wana da ku li herêmê bibimîn û venegerin.”