Li Hesekê wesayîta bombebarkirî hat bêbandorkirin

Hat ragihandin ku Yekîneyên Antî Terorê yên YPG’ê wesayîta çeteyan a bombebarkirî dema li navenda Hesekê di amadekariya êrîşê de bû, bi kuştina çeteyê di hundirê wesayîtê de êrîş bêbandor kir.

Hat ragihandin ku Yekîneyên Antî Terorê yên YPG’ê wesayîta çeteyan a bombebarkirî dema li navenda Hesekê di amadekariya êrîşê de bû, bi kuştina çeteyê di hundirê wesayîtê de êrîş bêbandor kir.

YPG’ê têkîldarî operasyona Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên YPG’ê ya 4’ê Sibatê daxuyanî da, di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Yekîneyên me yên Antî Teror (YAT) ku agahiya êrîşek xwekujî ya bi wesayîtên bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê li dijî Hasekê were kirin girtin, 4’ê Sibatê operasyonek taybet li dar xistin. Di operasyona ku li herêma navbera gundên Çelebî û Um El Keyf a dikevin 7 km rojavayê Hesekê hat lidarxistin de qemyonek bombebarkirî hat bêbandorkirin, çeteyekî vê maşîne dajot jî bi awayekî mirî hat bidestxistin.

Di vê operasyonê de hêzên me yên YAT’ê dest danîn li ser 45 mayin, 1 raxtê xwekujî, 1 kleş û raxte vî, 6 jerjora kleşê û 2bombeya destan.”