Li herêmên gerîla tevgera hewayî didome

Li herêmên gerîlayan tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov, balafirên şer û bomberdûmana li ser sînorê li hember Herêmên Parastinê yên Medya didomin.

Li herêmên gerîlayan tevgera pêgerên hewayî yên bê mirov, balafirên şer û bomberdûmana li ser sînorê li hember Herêmên Parastinê yên Medya didomin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk girên Geliyê Doskî, Bînbîr û Glort ên Geverê bombe kirine. Navendê ev agahî da: “4’ê Îlonê saet di navbera 02.00 - 11.00’an de li ser xeta sînorê Avaşîn, di navbera 3’yê Îlonê saet 16.00 û  4’ê Îlonê saet  11.00’an de li herêma Metîna, 3’ê Îlonê di navbera saet 07.00 - 08.30 û saet 16.00 - 17.00’an de li ser herêma Zapê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne.

3’yê Îlonê saet di navbera 19.00 - 20.00 li qada Lameç a girêdayî navçeya Pulemûr a Dersimê pêgerên hewayî yên bê mirov keşf pêk anîne.

Dîsa  3’yê Îlonê saet di navbera 14.00 - 15.00’an de li herêma Avaşîn, saet di navbera 19.00-20.00’an de Metîna û Zapê tevgera balafirên şer ên artêşa T.C rû daye.

3’yê Îlonê saet di navbera saet 15.00 - 16.00’an de qadên Geliyê Doskî, Bînbîr û girên Glort ji aliyê balafirên şer ên artêşa TC bi piştgiriya pêgerên hewayî bomberdûman pêk anîne.

4’ê Îlonê saet di navbera 02.30 - 06.30 de qereqola Oremar a girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê qada Şehîd Bager a li ser sînorê Avaşîn bi obus û hawanan bombe kiriye.

3’yê Îlonê saet di navbera 15.30 - 16.00’an de qereqolên Elemûn û Yekmalê yên li ser sînorê herêma Metîna Tepê Dêrsim û Xabûra 3. bi obus û hawanan bombe kiriye.

1’yê Îlonê qerqola Bîlîcan a li ser sînorê herêma Zapê; qadên gundê Tiyarê û Gisê bi obus û hawanan bombe kiriye. Her wiha artêşa TC ji bo welatiyên li gundê Tiyarê ûGisê derkevin zextê dikin.”