‘Li Herêma Kurdistanê 3 hezar zeviyên mayînkirî hene’

Dezgeha Mayînan a Herêma Kurdistanê diyar kir ku li Herêma Kurdistanê 3 hezar zeviyên mayînkirî hene û ragihand ku ji ber van mayînan heya niha 13 hezar û 500 welatî jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.

Dezgeha Kar û Barên Mayînan a Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera şehadeta karmendên Dezgeha Kar û Barên Mayînan a Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê li nav xaka Herêma Kurdistanê 3 hezar zeviyên mayînan, dehan parçeyên teqemenî û bermayên şer hene û wiha hate gotin, “Hebûna mayîn û parçeyên teqemenî yên şer, ziyanek mezin dide welatiyên Herêma Kurdistanê. Ji ber vê jî ji sala 1992’yan heya niha, 13 hezar û 500 welatî di encama teqînên mayînan de jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne.”

Hate gotin ku zeviyên mayînan li ber pêşketina Herêma Kurdistanê bûne astengiyek mezin, ji ber ku piraniya zeviyên mayînan li ser rêyên di navbera bajar û cihên giştî de ne û dibin sedema têkçûna projeyên xizmetguzariyê.

Li gorî heman daxuyaniyê di dema bê bandorkirina mayînan de heya niha, 35 karmendên Dezgeha Kar û Barê Mayînan a Herêma Kurdistanê, karmendên rêxistin û kompanyayan jiyana xwe ji dest dane û 67 jî birîndar bûne.

Li gorî daneyên Dezgeha Mayînan, li Herêma Kurdistanê 776 kîlometre çargoşe erd mayînkirî heye, heta niha 572 kîlometre çargoşe ji mayîn û teqemeniyan hatiye paqijkirin û 196 kîlometre çargoşe maye û ango nêzî ji sedî 65’ê rûberê mayînkirî hatiye paqijkirin.