Li hember saziyên dewleta Tirk ên li Amedê çalakî

Çalakiyên li hember saziyên polîs û dewlet ên li Amedê “Tûgaya Tolhildanê ya Şehîd Şoreş” girt ser xwe.

Çalakiyên li hember saziyên polîs û dewlet ên li Amedê “Tûgaya Tolhildanê ya Şehîd Şoreş” girt ser xwe.

“Tûgaya Tolhildanê ya Şehîd Şoreş” daxuyaniyek nivîskî weşand, çalakiyên li hember saziyên dewletê û polîsan ên li navenda Amedê girtin ser xwe.

“Tûgaya Tolhildanê ya Şehîd Şoreş” destnîşan kir ku gelê Kurdistanê bi salan e gelek lehengan ji ser singa xwe dide der û bi vê pîvanê ve nîşan dide gelekî qehreman e, wiha dom kir: “Îro tevahî cîhan behsa van pîvanên lehengiyê yên gelê Kurdistanê dike.Me jî alên Şehîd Botan, Şehîd Êrîş, Şehîd Dorşîn û Şehîd Zinar û şehîdên wek wan dewir girtiye, bi baweriyek teqez a serketinê ve ji bo bigihînin pêşerojên azad me sond xwariye. Em mîlîtanên Artêşa Ciwanan e. Em vê sozê didin tevahî gelê Kurdistanê. Li Kurdistanê wê ti saziyên AKP’a faşîst nemîne. Li ser axa me wê siha dijmin jî nemîne. Şerê me bi awayekî fedaî ji bo paqijkirina dijmin wê bidome.”

Di daxuyaniya “Tûgaya Tolhildanê ya Şehîd Şoreş” ev çalakî hatin parvekirin:

“23’ê Sibatê danê êvarî li Taxa Peyas a girêdayî navçeya Kayapinarê  “Tîma Şehîdên Sûrê” çalakiyek çekdarî li hember 3 wesayîtên Ford Ranger li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 polîsên ji wesayîtan daketin û ketin şer, hatin bêbandorkirin.

Şeva 23-24’ê ji aliyê yekîneyên Şehîd Avesta û Şehîd Rêzan li hember nuqteyên cuda yên saziyên dewletê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de saziyên dewletê bi molotofan hatine şewitandin. Di avahiya de xisareke mezin pêk hatiye û bêkêr bûye.

25’ê Sibatê danê sibehê polîsên hewl dan bikevin Taxa Peyasê rastî bersiva xweparastinê hatin. Di encama çalakiyê de yekîneyên polîsan neçar man ji taxê vekişin.”