Li hember hatina leşkerên Tirk gelê Mûsilê daket qadan

Leşker şandina dewleta Tirk a Mûsilê bû sedema bertekan. Partiyên siyasî sewqiyata leşkeran wek dagirkirina Kurdistanê dinirxînin, gel jî hatina leşkerên Tirk li kolanan prosteto kir.

Leşker şandina Mûsilê ya dewleta Tirk bû sedema bertekan. Partiyên siyasî sewqiyata leşkeran wek dagirkirina Kurdistanê dinirxînin, gel jî hatina leşkerên Tirk li kolanan prosteto kir.

Çalakiya îro wê saet 15.00’an li qada Bage Giştî ya Silêmaniye pêk bihata rastî astengiya polîsan hat, piştî endamê Polîtburo yê YNK’ê Hero Îbrahîm Ahmet, hin parlamenter û rêveberên Tevgera Azadî ketin qadê polîs vekişiyan.

Protestoyên gel sibê li Kelarê, roja Înê jî di pêşengiya Tevgera Azadî wê li qada parkê ya wek Bagçe Kale tê nasîn a li nêzî Kelha Kerkûkê bê lidarxistin.