Li paytexta Helsînkiyê ya Fîlandiya terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat protestokirin.
ANF
HELSÎNKÎ
yekşem, 27 berfanbarê 2015, 17:23
Li paytexta Helsînkiyê ya Fîlandiya terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hat protestokirin.
Çalakiya ji aliyê Komela Kurd a Fîlandiya li navenda Helsînkiyê pêk hat. Qedexeya kolanan, êrîşên dewleta Tirk ya li ser gelê Kurd û bi zorê koçkirinê û qetilkirina zarokan, pitikan û jinan hat şermezarkirin. Her wiha qetilkirina dewleta Tirk ya li metrepolan û binçavkirin jî hat şermezarkirin.
Ji çar parçeyên Kurdistanê welatî beşdarî çalakiyê bûn, nunerên beşdarî çalakiyê jî bûyîn bi axaftinê xwe terora dewletê protesto kirin.