Li Helepçeyê boykota mamosteyan dewam dike

Li Helepçeyê, çalakiya boykotê ya mamosteyan ku ji ber nedana mehaneyên wan destpê kir, dewam dike. Desteka ji bo mamosteyan jî zêde dibe.

Li Helepçeyê, çalakiya boykotê ya mamosteyan ku ji ber nedana mehaneyên wan destpê kir, dewam dike. Desteka ji bo mamosteyan jî zêde dibe.

Li Başûrê Kurdistanê bajarê Helepçeyê, boykota dibistanan a mamosteyan dewam dike.

Mamosteyên li Parka Baxê Giştî hatin cem hev, dixwazin bersiv ji daxwazên wan re bê dayîn. Mamoste dibêjin; eger bersiv neyê dayîn ew ê çalakiyên xwe bidomînin. Mamosteyên ji gundiyê Xurmanê hatin û Şaxê Sendîkaya Parêzeran a Helepçeyê jî destek dan mamosteyan.

Mamosteyên Xurmanî û parêzerên bi armanca destekdayînê tevlî çalakiyê bûn, dixwazin daxwazên wan ji aliyê hikûmetê ve bi cih bên anîn.

LI HER DERÊ ÇALAKÎ TÊN LIDARXISTIN

Li Silêmaniye, Helepçe û navçeyên Seyît Sadiq, Pêncewîn, Şarezûr û Hewramanê îro mamoste neketin dersan û xwepêşandanên xwe yên boykotê dewam kirin. Mamoste dixwazin mehaneyên wan ên 4 meh in nayên dayîn, werin dayîn.