Li Hannoverê protestoya Tahîr Elçî: PKK’e ne rêxistinek terorî ye!

Li bajarê Hannover ê Elmanya hevbirên ABDEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk qetilkirina Tahîr Elçî protesto kirin.

Li Hannoverê qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ya ji aliyê hêzên dewletê hat protestokirin.

Li bajarê Hannover ê Elmanya hevbirên ABDEM û Yekîtiya Hêzên Demokratîk qetilkirina Tahîr Elçî protesto kirin.

Çalakî di şexsê Tahîr Elçî de bi rêzgirtina ji bo tevahî kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir. Piştî rêzgirtinê, li ser navê NAV-DEM, ATIF û MLPD axaftin hatin kirin.

JI AKP’Ê RE ŞIYARÎ, JI XWERÊVEBERIYAN RE SILAV

Axaftvanan diyar kirin ku Kurd, sosyalîst, demokrat û rojnamevan bi qetilkirinê serî natewînin, destnîşan kirin ku divê AKP’e dest ji vê faşîzma xwe berde. Axaftvanan xwestin ku AKP guh bide daxwazên gelan, beşên baweriyê, ciwanan, jinan, kedkaran û tavilê vegere maseya muzakereyê, silav li xwerêveberiyan kirin.
Di çalakiyê de her wiha, belavokên hevkariya AKP’ê û DAIŞ’ê vedibêje hatin belavkrin, dirûşma, “Tahîr Elçî Nemir e” hat gotin.

...