Li Hannoverê meşa dirêj didome

Meşa dirêj a li bajarê Hannover ê Elmanya bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û protestokirina komploya navneteweyî hat destpêkirin bi beşdariya sedan Kurdistaniyan berdewam dike.

Meşa dirêj a li bajarê Hannover ê Elmanya bi armanca balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û protestokirina komploya navneteweyî hat destpêkirin bi beşdariya sedan Kurdistaniyan berdewam dike. 

Protestokirinên salvegara komploya navneteweyî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendên Ewropa didomin. Li gelek navendan bi meşên dirêj ên du, sê rojan balê dikişînin ser tecrîda li ser Ocalan. Yek ji navendên meşên dirêj bajarê Hannover ê Elmanyayê ye.

Meşa ku bi sedan Kurdistanî beşdar bûn, wêneyên Ocalan, alên rêxistinên Kurdan, posterekî mezin ê Ocalan û pankarta “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” hat hilgirtin. Meşvan li her gund û bajarokên tê re derbas bûn belavok belav kirin.