Li Hambûrgê meşa bi coş
Li bajarê Hambûrg ê Elmanya li ser banga zêdetirî sih saziyan, nêzî 3 hezar kes kom bûn û bi dirûşmên ‘Faşîst Erdogan’ , di serî de Elmanya , bêdengbûna welatên YE ya li hemberî Kurdan şermezar kirin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanya li ser banga zêdetirî sih saziyan, nêzî 3 hezar kes kom bûn û bi dirûşmên ‘Faşîst Erdogan’ , di serî de Elmanya , bêdengbûna welatên YE ya li hemberî Kurdan şermezar kirin.
Li bajarê Hambûrg ê Elmanya li ser banga zêdetirî sih saziyan, nêzî 3 hezar kes kom bûn û bi dirûşmên ‘Faşîst Erdogan’ , di serî de Elmanya , bêdengbûna welatên YE ya li hemberî Kurdan şermezar kirin. Meşa ku bi şîara “Qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê bi dawî bikin” hat destpêkirin, daxwaz hat kirin ku li şûna polîtîkayên zextê yên li ser Kurdan û şoreşgeran, piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê.
Meşa ku ji stasyona trenê ya navenda Hambûrgê destpê kir û bi mîtînga ku wê li pêşiya girtigehê bihata lidarxistin re bû yek. Di meşê de lîstokvanê Elman Rolf Becker axivî û diyar kir ku yên rêbazên terorê bi kar tînin ne Kurd in, deweta Tirk bi xwe ye, daxwaza rakirina qedexeya li ser PKK’ê ya li Elmanya hat kirin.
Parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansû Ozdemîr axivî û da xuyakirin ku hikûmeta Elmanya û desthilatdariya Erdogan a li gel hev şaşîtiyeke pir mezin e, Wezîrê Karên Hundir Thomas de Maîzîere diyar kiribû ku Elmanya ji bo berjewendiyên xwe di mijara mafê mirovan a li Tirkiyeyê de weke skandalek da nîşandan.
Saziya Xwendekaran a Hambûrgê (ASTA), Meclîsa Jinan a Rojbîn, Civaka Azad, Yekîtiya Hêzên Demokratîk û nûnerên JXK’ê jî axivîn. Nûnerê DÎDF’ê axivî û bang li Elmanya û YE kir ku dest ji durûtiya xwe berdin û divê Tirkiye vegere maseya muzakereyan.
Dema ku meş ji Gangevîertel derbas bû, antîfaşîzmên Elmanya yên di avahiyan de pankartên “Berxwedan Jiyan e” û dirûşmên “Bijî yekîtiya navneteweyî” qîr kirin.
Mîtînga ku li pêşiya girtîgehê hat lidarxistin, siyasetmetdarên Kurd Bedrettîn Kavak û Mehmet Demîr ê ku li Hambûrgê hatin girtin hatin silavkirin. Meşa ku bi beşdariya gelek ciwanan û jinan hat lidarxistin, ji aliyê gelek rojnamevanan jî hat şopandin.