Li Hagenê Cansiz, Dogan û Şaylemez hat bîranîn

Li bajarê Hagen ê Elmanyayê, damezirênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin, hatin bîranîn.

Bîranîna ji aliyê Meclisa Jinan a Fîdan hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. TJK-E, Saziya Malbata Şehîdan û Endamên Dergaha Elewiyan a Hagenê beşdarî bîranînê bûn. Di axaftinên di bîranînê de hate diyarkirin ku qetlîama Parîsê di heman demê de azadiya jina Kurd kiriye hedef, her wiha komployeke li hember Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e jî, wiha hat gotin: “Soza me ji bo her 3 jinên şoreşger azadkirina jinan, bilindkirina û pêşxistina xwerêveberiyê, xwedî li xwerêveberiya li Kurdistanê derketin û li her qadê bûyina bersiv e. 

Di heman demê de soza heta qetlîama Parîsê bê ronîkirin, berpirsiyar di qada navneteweyî de bên dadgehkirin, di destpêkê de em jinên Kurd, hemû gelê Kurdistanê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 

Piştre sînevziyon hat temaşekirin. Çalakî bi dirûşmeyên “Şehit Namirin”, “Jin Jiyan Azadi” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

...