Li Geverê ji leşker û polîsan hewldana êrîşê
Tîmên tevgera taybet li navçeya Geverê hewl didin ku êrîşî taxên Cumhuriyetê bikin. Lê gelê Geverê jî li dijî van êrîşan derket kolanan û berê xwe dan Mala Gel.

Di demên dawî de li navçeya Geverê êrîşên polîs û leşkeran ên li ser gel zêde dibin. Niha jî tîmên tevgera taybet xwestin êrîşî Taxa Cumhuriyetê bikin. Tîmên tevgera taybet bi dehan maşîneyên zirxî tax dorpêç kirin û êrîşî barîkatên li kolan û kuçeyên taxê kirin. Li hemberî van êrîşên polîs û tîmên taybet gel daket kolanan û erê xwe dan Mala Gel. Gel bi dirûşm û bertekan daketin taxê û berê xwe dan mala Gel. Polîsên ku xwestin têkevin taxê paşve kişiyan, lê dorpêç didome. Welatiyên taxên derdorê jî ji bo piştgiriyê li ber mala Gel kom dibin.