Li Geverê hêzên dewleta Tirk provakasyonan didomîne

Li Geverê wesayîtên zirxî ên Tirk yên li taxan û navenda sûkê tur davêjin, hewl didin provokasyonan pêk bînin, balafirên şer jî li asîmanên navçeyê ji nizim difirin.

Li Geverê wesayîtên zirxî ên Tirk yên li taxan û navenda ûkê tur davêjin, hewl didin provokasyonan pêk bînin, balafirên şer jî li asîmanên navçeyê ji nizim difirin. 

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê tîmên taybet ên Tirk bi wesayîtên zirxî li taxan û navenda sûkê digerin, hewl didin provokasyonan derxînin. Di saetên nîvro de wesayîtên kobra, panzer û yên ural li taxa Gungor a ku kepçe hate îmhakirin û li dora sûkê tur davêjin, di hin noqteyan de li cem sivîlan derbas dibin, kêfî sîrenê lê didin. Li navenda navçeyê provokasyona wesayîtên zirxî didome. 

Li gel provakasyonên wesayîtên zirxî jî li hewa jî saet 14:30’ an de bi pêgeyên keşfê digerin. Li navçeyên jî balefirên şer jî nimiz difirin.