Li Geverê derabe nehatin vekirin

Li Geverê derabe nehatin vekirin

Li Geverê ya Colemêrgê beriya merasîma cenazeya gerîlaya Ferdane Kina (Şerda Gever) derabe nehatin vekirin. Li navçeyê ji aliyek girse komî hev dibin, ji aliyê din jî helîkopteran li ser navçeyê dest bi firê kirine.

Cenazeyê gerîlaya HPG'ê Ferdane Kina (Şerda Gever), ku di encama pêvçûna di meha sibatê li herêma Besta ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, duh ji Meletiyê hatibû wergirtin û anîbûn Gevera Colemêrgê. Li navçeyê beriya merasîma cenazeyê esnafan derabeyên dikar û kargehên xwe venekirin û welatiyan li ber avahiya BDP'ê ya Geverê li hev civiyan.

Polîsan li ser vê yekê li navçeyê tedbîrên awarte girtin û li ser navçeyê helîkopteran dest bi firê kirin. Li gelek noqteyan wesayîtên zirxî hatiye bicihkirin. Hate zanîn ku cenazeya Kina dê piştî nimêja nîvro li Goristana Bajirgê bi awayekê girseyî were veşartin.