Li Geverê bombeya deng avêtin wesayîta polîsan

Li Geverê bombeya deng avêtin wesayîta polîsan

Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê li hemberî wesayîta zirxî ya polîsan êrîşek bi bombeya dengê û molotofan pêk hat.

Li gorî agahiyên ku hate bidestxistin, şeva din demijêr nêzî 21.30'an li Navçeya Geverê ya Colemgê li ser riya Wanê ya nêzî Taxa Esentepeyê dema wesayîta zirxî ya polîsan derbaz dibû êrîşek bi bombeya dengê û molotofan pêk hat.

Piştî çalakiyê li ser rê ala Konfederalîzma Demokratîk hate daliqandin. Al pişt re ji aliyê polîsan ve hate daxistin.