Li Geverê berxwedana gel dewam dike

Danê nîvro li hember êrîşên li navçeya Gever a Colemêrgê di pêşengiya YPS/YPS-Jin de berxwedana gel dewam dike. Hêzên dewletê bi topên hewanê êrîşî taxan dike.

Danê nîvro li hember êrîşên li navçeya Gever a Colemêrgê di pêşengiya YPS/YPS-Jin de berxwedana gel dewam dike. Hêzên dewletê bi topên hewanê êrîşî taxan dike.

Hêzên dewletê yên danê nîvro li navçeya Gever a Colemêrgê dema êrîş dikirin rastî bersivdayina YPS/YPS-Jin hatin û paş de vekişiyan, ji nû ve bi topên hewanê dest bi êrîşê kirin. Hewan ji Qereqola Kamişli ya 20 kîlometre derveyî bajar e, Tabûra Efeler û Fermandariya Alayê tên avêtin, li derdora konê mertalên zindî ya li Taxa Eskî Kişlayê ketin. Li hember taxên Eskî Kişla, Gungor, Orman û Mezarlik bomberdûmanên bi hewanan didome, gel jî kolanan naterikîne û bi dirûşmeyan bersivê didin êrîşan.