Li Geverê berxwedan li bajêr belav bû

Li Geverê piştî gel ber bi saziyên dewlete dest bi meşê kirin û ji aliyê hêzên dewletê ve hatin gulebarankirin berxwedan li hemû taxan şer belav bû.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê piştî dema maşîneyên zirxî zarokan da ber guleyan gel ber bi saziyên miduriyeta polîsan, qaymaqamtî û lojmanên tîmên taybet ve dest bi meşê kirin rastî gulebaranê hatin. Welatiyan jî li ser vê hemû dikanên xwe girtin û berxwedana li hember êrîşan dest pê kir li hemû deverên bajêr belav bû. Ciwanên ku li pêşiya otela Osloyê demek dirêj dirûşmên "Gelê Cizîrê ne tenê ye" û "Bijî berxwedan Cizîrê û YPS'ê"avêtin li gelek noxteyên kolanê barîkat danîn û dest bi berxwedanê kirin.

PANZERÊ DA PÊŞİYA XWE, KOBRAYÊ DA BER GULEYAN!

Li hember berxwedanê hêzên dewletê bi gelek panzer û maşîneyên zirxî hat kolanê û êrîşê wesayîtên sivîl kir. Panzeran gelek wesayîtên sivîl ên welatiyan dan pêşiya xwe û ev kelî ji aliyê kamerayên DÎHA'yê ve hatin qeytkirin. Wesayîtên welatiyan xisareke mezin dîtin.

Bİ BERSİVDAYÎNA YPS'Ê PAŞVE KİŞİYAN

Maşîneyên zirxî ên heya kavşaxa Cezaeviyê hatin li hember welatiyan guleyên rastîn bi kar anîn û li hember vê hêzên YPS û YPS-Jin bersiv da êrîşa polîsan. Piştî bersivdayîna êrîşan hêzên dewletê neçar man paş ve bikişin.

Bi vekişîna hêzên dewletê pevçûn bi dawî bûn û gel û YPS'ê jî li hember îxtimala êrîşekê dest bi nobetê kirin.