Li Geverê 4 çeteyên Qesrê hatin kuştin

Hat ragihandin ku li ser êrîşên diwar ên çeteyên Qesrê yên li hember Geverê, hêzên YPS û YPS-Jin bersivên dijwar dan. Di şerê qewimî de 4 endamên JOH hatin kuştin.

Hat ragihandin ku li ser êrîşên diwar ên çeteyên Qesrê yên li hember Geverê, hêzên YPS û YPS-Jin bersivên dijwar dan

Li gorî agahiyên ku me ji rojnamevanên xwe yên li herêmê girtin, çeteyên Qesrê duh şev saet 03:00’an de xwestin bi wesayîtên zirxî bikevin taxan û hewl dan ku li Taxa Cûmhûriyetê êrîşekê li dar bixin. Hat diyarkirin ku hêzên YPS û YPS-Jin li dijî wesayîta zirxî ya ku xwest bikeve Taxa Cûmhûryetê çalakiya sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de wesayît hat îmhakirin.

Duh saetên nîvro saet derdora 11:00’an komek çeteyên JOH ên ku xwestin bikevin Taxa Cûmhûryetê, rastî berxwedana YPS û YPS-Jin hatin. Di şer de 4 endamên JOH hatin kuştin. Li ser vê çeteyên Qesrê bi neçarî paş de vekişiyan.

Li gorî agahiyan êrîşên topan ên çeteyên Qesrê di serî de li hember Taxa Cûmhûryetê û taxên din berdewam dikin û şer jî didome.

GUNDÎ BER BI GEVERÊ VE KETIN RÊ

Li aliyê din ji bo şkandina dorpêça li ser Geverê gundên Befir û Çiyan, Darê û Esendereyê xwestin ber bi Geverê ve bikevin rê. Çeteyên AKP’ê êrîşî gel kirin. Gel rexmê êrîşan jî bi biryardarî ber bi Geverê ve dimeşin.